Seneda Waqfê
GIYAV
WEQF
Xal :1
Navê weqfê WEQFA GOÇ e. Di vê senedê de dê tenê WEQF bê gotin.
NAVENDA WEQFÊ:
Xal : 2
Navenda weqfê Amed e. Navnîşana wê: Elazığ Cad. Mimar Sinan Mah. Diyar Galeria C- Blok Kat:4 No: 10' e. Desteya rêveberiyê dikare bi biryara xwe navnîşanê biguherîne û navenda wê ji Amedê bibe bajarekê din.
Desteya rêveberiyê bi destûra rayedarên berpirsiyar dikarae di çarçoveya rêziknameya xwe de li welêt û li derveyê welêt şaxên weqfê veke û bigre.
ARMANCA WEQFÊ :
Xal: 3
Dê di derbarê bidestxistin û bikaranîna mafên aborî, civakî, çandî û hiqûqî yên zarok, ciwan û kesên di encama hinek sedeman de neçar mane koçber bibin de xebatan bike.
AKTÎVÎTEYÊN WEQFÊ:
Xal: 4
a) Dê serîlêdanên li weqfê werin nirxandin û li ser daxwazan piştgiriya madî û manevî were dayin.
b) Dê di çarcoveya armancên xwe de lêkolînên zanistî bênkirin û polîtîkayên nû werin diyarkirin. Dê nusafan amade bike û bide amadekirin. Pêşniyarên ku ji hêla desteyên weqfê yên eleqedar ve werin pejirandin dê bi raya giştî re werin parvekirin. Dê encamên werin werin şopandin û werin nirxandin.
c) Dê ji bo tazmîn kirina mafên koçberan ên madî û manevî, dê ji bo bersivbûna xwestekên wanên vegera warên xwe xebatan bike.
d) Dê ji bo pêşxistin û xurtkirina hişmendiya hevkaryê xebatan bike. Dê bi kes, kom û saziyên di armanca xebatên weqfê de cih digirin re hevkariya xurt bike.
e) Dê di çarcoveya armancên xwe de piştgiriya hiqûqî bide.
f) Dê di warî çandî û perwerdehiyê de piştgiriya zarok û ciwanên mexdûrên koçberiyê bike. Dê ji bo zarok û ciwanan şert û mercên pêşxistina taybetmeniyên xwe yên hunerî bi afirîne.
g) Dê ji bo jiyaneke bi xwezayê re aşt piştgiriya koçberan bike.
h) Dê di çarcoveya armancên xwe de bi rê rêbazên cuda piştgiriya xwendekarên koçber bike. Li welêt û li derveyê welêt piştgiriya madî a naqtî bide xwendekaran.
i) Ji bo serkeftina armancên xwe dê navendeke tomarkirina dokumanan ava bike û hemû belge, dokuman, zanyarî û weşanan kom bike. Bi destûra saziyên pêwendîdar dê rojname, kovar, pirtûk û bultenan biweşîne. Dê hemû cureyên materyalên dîtbarî û nivîsî biweşîne û belav bike. Dê mihrîcan, geştî û şahiyan lidar bixe.
j) Di çarcoveya qanûnên heyî de û bi destûra saziyên pêwendîdar dê dê sayiyên hîndekarî û perwerdehyê (Dibistana Dayikê, dibistana destpêkê, dibistana navîn, Lîse, Kolej, Dibistana Bilin, Zanîngeh, Ensîtutu, Yurt) vebike, bixebitîne û bide xebitandin. Li gel vana dê ji bo perwerdehiya pîşeyî qurs û atolyeyan vebike.
k) Dê bi destûra saziyên pêwendîdar nexweşxaneyan, klînîk û hwd. Vebike, bixebitine û bide xebitandin.
l) Dê ji bo pêkanîna xebatên lêkolînan navendên weke ensîtutu, akaedemî û hwd. vebike.
m) Dê navendên civakî, çandî û aktîvîteyên sportîf vebike, bixebitîne û bide xebitandin.
n) Weqf ji bo pêkanîna aramancên xwe dê ji xwe re avahiyan û tesîsan ava bike. Dê kirê bike û bide kirê. Dê bixebitîne û bide xebitandin. Di wê çarcoveyê de dê şirîkatî bike û şirîkatiyan pêk bîne. Dê navendên bazirganiyê, çandiniyê, çandî, sinayî, îktîsadî û hemû cureyên koperatîfan vebike, bixebitîne û bide xebitandin.
o) Ji bo girtina piştgiriya hîbe ya saziyên taybet û fermî yên hundir û derveyê welat di çarcoveya armancên weqfê de dê projeyan amade bike û pêşkeşî wan saziyan bike û pêk bîne.
p) Ji bo lêkolîn û projeyên hevpar dê bi kes, sazî û dezgehên hundir û yên derveyê welat re din ava têkîlyan de be û xebatên hevpar bike.
q) Di qadên xebatên weqfê de dê kampanyeyan li dar bixe, ji bo baldariya raya giştî xebatan bike, piştgirî bixwaze, kom bike û belav bike.
r) Li gorî pêwistiyên qanûn û rêziknameyan dê kar û xebatên xwe yên din bike.
KAR Û BARÊN KU WEQF KARIBE JI BO PÊKANÎNA ARMANCÊN XWE BIKE:
Xal : 5
Weqf ji bo bi dest xistina armancên xwe derveyî astengiyên qanûnî, bi bexşkirin, wesayet, kirîn û kirêkirinê dikare bibe xwediyê mal û milkê ku tê neqilkirin û yê ku nayê neqilkirin û bikarbîne, li gorî qanûnên weqfan dikare malê ku aydê wê ye bifiroşe, dewir bike û jê feregat bike, hatina madî ya ji wan malan bigre û xerc bike, dikare ji mal û milkê weqfê û hatina ji mal milkê weqfê ji bo çendî veberhênanên nû bikar bîne, bi destûra saziyên pêwendîdar dikare li welêt û li derveyê welêt bi sazî, rêxistin û kesên ku di çarcoveya armancên weqfê de xebatan dikin re hevkar xebatan bike, ji wan saziyan alîkarî bigre, ji bo girtina alîkariyê peymanan çêbike, ji bo malên xwe yên ku tên neqilkirin û yên nayên neqilkirin îrtîfat, întîfa, sukna, rehîn, qebûl bike, bide û bistîne, dikare kefaleta bankeyan qebûl bike, ji bo pêkanîna armancên weqfê pêwist bike dikare her tiştî bi deyn bistîne, dikare kredî bikşîne, ji bo girtina deyn û krediyan dikare kefaletên weke rehîne, îpotek û hwd. bide, di çarçoveya projeyên pêkanîna armancên weqfê de dikare ji hemû aktîvîteyan hatina madî bigre û ji bo hatina madî kargehên îktîsadî vebike û şirîkatiyan çêbike, an wan kargehan di bin venêrîna xwe de bide xebitandin. Ji bo pêkanîna van hemûyan û çêkirina peymanên avahîsaziyê û hwd. wekî ku di xala 48 emîn a qanûna medenî de hatiye diyarkirin erkdar û bi destûr e.
Weqf nikare erka xwe û aboriya xwe ji bo kiryarên ku di qanûna medenî de hatine qedexekirin bikar bîne.
Weqf piştî destûr û pêkanînên şert û mercên fermî dikare bi sazî û dezgehên hundir û yên derveyên welêt re hevkariyê bike, danûstendinên alîkariyên madî bike, alîkariyên hemû cureyên amûr, qadro û zanyariyan bike.
MALDARIYA WEQFÊ :
Xal : 6
Maldariya weqfê 50 hezar TL. ya ku weke destêpêkê ji hêla desteya avakar ve hatiye diyarkirin e. Maldariya weqfê piştî damezirandina weqfê dibe ku bêzêdekirin.
HATINIYA WEQFÊ:
Xal : 7
Hatiniyên weqfê li jêr hatine rêzkirin.
a) Ji bo pêkanîna armancên weqfê alîkarî û bexşên neqdî, mal û milk û belgeyên bi qîmetên ku bi wesiyet an bê wesiyet hatibin bexş kirin û ji hêla desteya rêveber ve bên qebûlkirin,
b) Kirê, faîz, prîm, temettu, komîsyon û hatiniyên ji buha bûn û bilind bûna qîmeta ya ji mal û milkên weqfê yên tên neqilkirin û yên nayên neqilkirin.
c) Hatiniyên ji karxaneyên îktîsadî yên weqfê û ji yên ku weqf şirîkatiyên wan dike,
d) Fon, bexş û hwd hatiniyên ku di çarcoveya piştgirî û hevkariyê de ji şexs, komale, weqf û saziyên sivîl yên li welêt û yên ji derveyê welêt werin tahsîskirin.
e) Hatiniyên di çarcoveya mijarên weqfê de, ji lêkolînan, ji weşanan, ji perwerdehiyan, ji konferansan, ji panelan, ji geştiyan, ji şahû û mihrîcanan û hwd. werin bidestxistin.
f) Hatiniyên ji tesaruf û kirarî yên ku di rêziknameya weqfê xala 5 emîn de hatine diyarkirin.
g) Hatiniyên her wekî din.
ORGANÊN WEQFÊ :
Xal: 8
Organên weqfê li jêr hatine rêzkirin.
a) Lijneya Mutewelî a Weqfê
b) Desteya Rêveberiyê
c) Desteya Venêrînê
d) Desteya Şêwirmendiyê
LIJNEYA MUTEWELÎ:
Xal: 9
Lijneya Mutewelî, ji avakar û endamên weqfê pêk tê.
ENDAMTIYA WEQFÊ:
a)Endamên Avakar: Yên rêziknameya weqfê qebûl bikin, îmze bikin û weqf bikin dibin endamên avakar.
b)Endamtiya Weqfê: Piştî avakirina weqfê yên ku armancên weqfê qebûl bikin û ji bo endamtiyê serî li weqfê bidin û serî lêdana wan ji hêla rêvberiya weqfê ve were erêkirin dibin endamên weqfê.
Ji bo kesên bibin endamên weqfê:
1)Yên ku bixwazin di çarcoveya armancên weqfê de xebat û lêkolînan bikin û piştgiriya xebatên weqfê bikin herî kêm bi referansa du kesên ji desteya rêvebêr a weqfê dikarin forma xwe danasînê dabigrin û serî li weqfê bidin.
Kesên ku ji bo endamtiyê serî li weqfê dabin û piştgirya xwe ya madî ya ku ji hêla lijneya Mutewelî ve hatibe diyarkirin bi cih anîbin dê ji hêla desteya rêvebriyê ve xebat û aktîvîteyên wan ên derbarê armancên weqfê de pêk hatine werin şopandin. Kesên ku desteya rêveberiyê bawerî pê anîbe ku xebat û piştgiriya wan dê ji bo pêkanîna armancên weqfê hêz bide weqfê, serî lêdana wan herî dereng hetanî 6 mehan dê an were erêkirin, an were redkirin.
2)Endamên ku berpirsiyariya xwe ya madî ya ku ji hêla lijneya Mutewelî ve hatiye diyarkirin bi cih neynin dê bi biryara desteya Rêveber ji endamtiyê werin derxistin. Endamên weqfê bi daxwaza xwe dikarin ji endamtiyê derkevin. Lê di encama derketina her du rêbazan de jî nikare ji bo tiştê ku weqf kiribe û piştgiriya madî ya ku dabe weqfê daxwaza paşve girtinê ji weqfê bike.
ERK Û PEYWIRÊN LIJNEYA MUTEWELÎ:
Xal : 10
Lijneya Mutewelî organa herî bilind a weqfê ye. Erkên wê li jêr hatine rêzkirin;
a)Desteya rêveberiyê diyar dike
b)Desteya venêrînê diyar dike
c)Derbarê mijarên heyî de û xalên ku bi pêşniyara ji 1/5 delegeyên ku tevilê civînê bûne hatibin rojevê de hevdîtînan pêk tîne û biryaran digre.
d)Raporên ku desteya rêveberiyê û desteya venêrînê amade bikin dinirxîne û biryara rûspî bûna desteya rêveberiyê dide.
e) Ji bo pêkhatina armancên weqfê li gel hişyarî û peşniyarên xwe hemû cureyên xebatan dike, heke pêwist bibîne dikare desteya rêveberiyê û venêrînê, ji van herdû desteyan hinek kesan ji peywirê bigre û ji bo dagirtina şûna wan hilbijartinan pêk bîne.
f) Serîlêdana kesên ji endamtiyê hatina derxistin û kesên daxwaza wan a endamtiyê hatine redkirin dinirxîne û derberê wan de biryar dide.
g) Pêşniyarnameyên ku derbarê rêziknameya kar û barên navxweyî de jê hêla desteya rêveber ve hatibin amadekirin an bi guherînan an bêyî ku têde guherînan pêk bîne qebûl dike.
h) Plansaziyên ku ji hêla desteya rêveber ve ji bo xebatên serdema hatî bên amadekirin bi guherînan an bêyî ku têde guherînan pêk bîne qebûl dike.
l) Ji bo kesên di desteya rêveberî û desteya venêrînê de cih digrin, xeynê yên ku kedkarên saziyên dewletê bin ji bo yên din dê heqê hûzûrê (heqdest) bê dayîn an neyê dayin, heke were dayîn dê çiqas bê dayîn biryar dide.
m) Heke pêwistî pê bibîne dikare rêziknameyê biguherîne û lê zêdebûniyan çêbike.
n) Polîtîkayên derbarê xebatên weqfê de diyar dike.
BIRYARA DEMÊN CIVÎNÊ Û RÊJEYA TEVILBÛNIYA LIJNEYA MUTEWELÎ:
Xal: 11
a) Lijneya Mutewelî her sal di meha Sibatê de kom dibe.
b) Lijneya Mutewelî, heke pêwist bibîne, an ji 1/3’ê endamên lijneyê bi awayeke nivîsî daxwaz bikin dikare civînên awarte pêk bîne. Di civînên awarte de xeynê mijarên diyarkirî mijarên din nayên nirxandin.
Di civînên resen de piştî avakirina dîvanê bi daxwaza ji 1/5 yên tevilê civînê bûne dibe ku xalên nû li rojevê bênzêdekirin. Lê hewceye ev xal di derbarê guherîna rêzikname, guherîna organên weqfê de nebin û bar û berpirsiyariyên nû nede ser milê weqfê.
Roja, saet, cih û rojeva civînê herî kêm 7 (heft) roj berê hewceye bi beranberê îmzeyê bi nameya tahutlu an bi rêbazên cuda ji endaman re were ragihandin.
Lijneya Mutewelî bi hêjamara ji nivî yek zêdetir dikare kom bibe. Heke ev hêjmar pêk neyê civîn hefteyek tê taloqkirin. Piştî hefteyekê di heman roj û di heman saetê de lijne kom dibe. Di civîna duyemîn de jî hewceye hêjmar ji 1/3 nebe.
Ji bo biryarên Lijneya Mutewelî dengên ji nîvî yek zêdetir bes in. Heke wekhevî hebe dengê serokê dîvanê 2 (du) deng tê hesabkirin. Rê û rêbazên deng dayinê di civînê de tê diyarkirin. Yek mafê deng dayina endaman heye. Endamên neyên civînê dikarin yek ji endamên lijneya Mutewelî ji xwe re wekîl tayin bikin. Kesek dikare tenê wekîltiya kesekî bike. Di biryarên derbarê guherîn û zêdekirinên li rêziknameyê de pêdivî bi erêkirina ji 2/3 heye.
DESTEYA RÊVEBERIYÊ:
Xal: 12
Desteya rêvebriyê ji hêla lijneya Mutewelî ve tê diyarkirin. Ji 7 esil û 7 berdestan pêk tê. Di Di civîna desteya rêvebriyê ya yekemîn de Serokê giştî, Sekreterê giştî û Jimêrkar tên diyarkirin û karbeşî tê kirin. Di şûna kesê ku endamtiya wê ya desteya rêveberiyê bi dawî bibe li gorî rêzê ji desteya berdest yek derbasî cihê wê/wî dibe. Desteya rêveberiyê herî kêm ji mehê de carek kom dibe. Ji endamên desteyê kesê ku 3 caran ser hev bêyî mazeret tevilê civînê nebe îstîfa kirî tê hesab. Civîn herî kêm bi 4 kesan pêk tê. Biryar bi piraniya kesên tevilê civînê bûne tên girtin. Heke di dengdayinê wekehvî hebe dengê serok 2 (du) deng tên hesab. Biryarên ku tên girtin di deftera ku ji hêla noterê ve hatiye tastîqkirin de tê nivîsandin û tên îmzekirin.
ERK, PEYWIR Û BERPIRSIYARIYÊN DESTEYA RÊVEBER:
Xal : 13
Desteya rêveberiyê organa îdare û îcra ya weqfê ye.
Desteya rêveberiyê bi wê erkê;
a) Di çarcoveya armancên weqfê de dikare hemû biryaran bigre û bike meriyetê.
b) Di çarcoveya polîtîkayên weqfê yên ji hêla lijneya Mutewelî ve hatin diyarkirin de kar û barên weqfê bi rêkûpêk û bi awayeke serkeftî birêve dibe. Di wê çarcoveyê de ji bo rêziknameya navxweyî pêşniyaran amade dike û ji bo erêkirinê pêşkeşî lijneya Mutewelî dike.
c) Ji bo parastina mal û milkê weqfê tecdîran digre û ji bo bi destxistina mal û mikên nû xebatên pêwîst dike.
d) Li ser navê weqfê têkiliyên pêwîst hiqûqî, malî û hwd. yên bi şex û saziyên din re pêk tîne û biryarên pêwîst dide.
e) Peywir, erk û berpirsiyariyên gerînendeyê diyar dike û ji bo weqfê gerînende diyar dike, Sekreterê weqfê yê giştî erkdar dike û şaxên alîkarên rêveberiyê ava dike, pêwist bibîne dikare wan kesan ji peywirê bigre.
f) Xebatkarên weqfê diyar dike, erkdar dike, heqdestê wan diyar dike û pêwist bibîne wan ji kar digre.
g) Di çarcoveya hukmên mewzûatê de li welêt û li derveyê welêt şax û nûnerêran vedike, pêwist bibîne digre.
h)Venêrîna muhasebeya weqfê dike, di dawiya serdema hesabê de cedwela hatin û çûnê amade dike, bîlançoyan amade dike, îlan dike û pêşekeşî saziyên pêwendîdar dike.
i) Budçeya ku lijneya Mutewelî pejirandiye di meriyetê de pêk tîne.
j) Ji bo civîna lijneya Mutewelî kar û barên amadekariyê dike.
k)Di civênên lijneya Mutewelî de raporên xwe yên faliyetê ji bo îbrayê pêşkeş dike.
l) Desteya şêwirmendan diyar dike.
m) Biryara vekirina karxaneyên îktîsdî, pêk anîna şirîkatiyan, avakirina şîrket û koperatîfan dide.
n) Li ser navê weqfê dozan vedike, dozên weqfê vekirinê û yên li dijî weqfê hatine vekirin dişopîne, biryara sulh û îbrayê dide.
o) Di çarcoveya armancên weqfê de biryara bexş û alîkariyê dide.
p) Ji bo zêdekirina hatiniya weqfê ramedinan dike.
r) Defter û Qeydên weqfê digre.
s)Di çarcoveya mewzuat û rêziknameya weqfê de erk û perpirsiyariyên xwe yên dinan hemûyan tîne cih.
DESTEYA VENÊRÎNÊ:
Xal: 14
Hilbijartina Desteya venêrînê; Ji hêla desteya Mutewelî ve ji bo 2 salan tê hilbijartin. Lijne ji 3 esil û 2 berdestan pêk tê. Esil û berdest li gorî girtina dengan tên rêzkirin. Lijne di civîna xwe ya yekemîn de serokê xwe diyar dike.
ERK Û BERPIRSIYARIYÊN DESTEYA VENÊRÎNÊ:
Xal: 15
Desteya venêrînê bi taybet di derbarê malî de hişyariyên pêwîst li rêveberiyê dike. Herî kêm salê 2 caran venêrîna xwe ya li ser defter û hatin û çûnê weqfê pêk tîne, raporan amade dike û pêşkeş dike. Ji bo ragihandina andaman, herî kêm 20 roj beriya civîna lijneya Mutewelî rapora xwe ya salane pêşekeşî desteya rêveberiyê dike. Desteya venêrîne pêwîst bibîne bi yek dengî dikarin bi ser desteya rêvebriyê re bangewaziya civîna awarte ya lijneya Mutewelî bikin.
SEPÎNÊN KEDKAR Û HEQDESTAN:
Xal: 16
Desteya rêvebriyê dê xebatkaran li gorî hewcedariyê û di çarçoveya şert û mercên ku diyar bike de bidexebitandin. Gerînendeyê weqfê jî di navde ji bo hemû xebatkaran şert û mercên serkeftinê bi afirîne û heqdestê wan diyar bike.
SERDEMA HESABÊ:
Xal: 17
Serdema hesabê her sal di 1’ê Çileyê de dest pê dike û di 31’ê Kanûnê de bi dawî dibe.
GUHERTINA SENEDÊ FERMÎ:
Xal: 18
Ji ber pêwistiyên qanûnî an ji ber pêwistiyên weqfê li ser daxwaza ji 1/5 a endamên lijneya Mutewelî dibe ku guhertina Seneda Weqfê bikeve rojevê. Guhertina senedê bi erêkirina dengên ji 2/3 endamên lijneya Mutewelî pêkane.
JI PEYWIRGIRTINA RÊVEBRAN:
Xal:19
Heke kiryarên nepêketî ên desteya rêvebriyê û desteya venêrînê derkevin holê ji 1/5 endamên lijneya Mutewelî dikarin bangewaziya civîna awarte ya lijneya Mutewelî bikin. Heman bangewaziyê desteya rêveberiyê û desteya venêrînê jî dikare ji bo kiryarên nepêketî yên endamên organên din bikin.
Ji bo biryara ji peywirgirtinê heke di civîna yekemîn de ji nivî yek deng zêdetir pêk neyê di civîna duyemîn de ji nîvê beştaran yek zêdetir deng têrî dike. Endam û organê ku ji peywirê werin girtin di şûna wan de yên nû tên hilbijartin.
JI PEYWIRGIRTINÊN JI BER SEDEMÊN QANÛN Û RÊZIKNAMEYÊN WEQFAN
Xal: 20
Heke rêveber an rêveberiya weqfê ji peywirê were girtin,
Di berdewama avakirina desteya rêveberiyê de,
Ji peywirgirtina hinek endaman heke ji avakirina desteya rêveberiyê re nebe asteng, dê ji desteya berdest şûna wan endaman were dagirtin. Heke hêjmar têrî neke dê lijneya Mutewelî kom bibe ji asil û berdestan rêveberiyeke nû ava bike. Rêveberiya ku were awankirin dê hetanî dewiya serdema rêveberiya ku ji peywir hatiye girtin li ser kar bimîne.
JI ENDAMTIYÊ DERXISTIN Û ÎXRAÇKIRIN
Xal: 21
Yên ku liv û tevgera wan nepêketiyên armancên weqfê bin û di wî warî de hasas tevnegerin bi biryara erêkirina herî kêm ji 2/3 endamên desteya rêveber ji endamtiyê tên derxistin. Yên ku ji endamtiyê werin derxistin, an werin îxraçkirin dikarin ji bo îtîrazê serî li lijneya Mutewelî bidin. Biryara lijneya Mutewelî teqeze.
BIDAWÎBÛNA WEQFÊ
Xal: 22
Fesihkirin û Tasfiyekirina Weqfê;
Heke weqf di pêkanîna armancên xwe de biserneketibe û serketina wê êdî nepêkan be û nikaribe hebûna xwe bidomîne li ser pêşniyara desteya rêveberiyê lijneya Mutewelî dikare biryara fesihkirina weqfê bide. Lêbelê, beriya ku ev biryar were girtin lijneya Mutewelî dikare hemû derfetên weqfê komê serhev bike, bikar bîne û di qadeke deng de kêm be jî hinek armancên weqfê pêk bîne.
Piştî ku biryara fesihkirinê hat girtin û serî li dagehê hat dayin û dagehê biryara feskirinê da û xebatên fesihkirinê dest pê kirin desteya rêveberiyê dê weke desteya tasfiyekirinê bixebite.
Heke dageh bixwaze derveyê desteya rêveberiyê desteya tasfiyekrinê ava bike dê desteya rêveberiyê ji bo desteya tasfiyekirinê ji endaman û ji kesên pispor yên ne endam hinek navan pêşniyarê dadgehê bike.
Lijneya Mutewelî bi biryara xwe dê mal û milkê weqfê dewrê komale, weqf ûsaziyên ku ji bo heman armancî hatine damezirandin bike.
CUREYÊN HUKUMAN:
XIZMETÊN BÊGEREW:
Xal: 23
Weqf di pêvajoya pêkanîna armancên xwe de di çarçoveya sepîn û xizmetên civakî de bi qasê hêz û derfetên xwe xizmetên bêgerew dike.
Xal: 24
Mijarên ku di seneda weqfê de cih negirtibin dê di çarçoveya qanûnên pêwendîdar de werin nirxandin.
BIDESTXISTINA HUKMÊ ŞEXSÎTÎ YA WEQFÊ:
Xal: 25
Piştî erêkirina fermî weqf hukmê şexsîtîyê bidest dixe û dest bi xebatên xwe dike. Heke serîlêdana weqfê neyê erêkirin weqf nikare dest bi xebatan bike û ji bo avakirinê kî çiqasî weqf kiribe tê îadekirin.
Xal: 26
Ji endamên avakar û ji yên dure bûne endam yên ku aîdatên xwe yên salane yên li ser wan hatibe ferzkirin dabin dikarin tevilê civînên lijneya Mutewelî bibin.
NÛNÊRIYA WEQFÊ:
Xal: 27
Desteya rêveberiyê nûnêrê weqfê ye. Desteya rêvebr dikare erka xwe ya nûnêriyê dewrê serok, sekreterê giştî û jimêrkar bike.
Desteya rêveber di çarcoveya diyar kirî de, bi temamî an jî di hinek mijaran de û di pêkanîna hinek karan de ji endaman kes an kesan weke nûnêr diyar bike. Ew kes dikarin ser navê weqfê peymanan çêbikin û fesih bikin, muqaweleyan û belegeyên hiqûqîyan imze bikin û dewir bikin.
DESTEYA ŞÊWIRMENDIYÊ:
Xal: 28
Desteya rêvebriyê, ji bo karibe xebatên xwe bi rêk pêk bike û bernameyên bi rêk pêk amade bike û birêve bibe dikare ji xwe re desteya şêwirmendiyê çêbike.
Desteya şêwirmendiyê, li ser daxwaza û pêwistiyên desteya rêvebriyê kom dibe.
Desteya şêwirmendiyê, derbarê xebatên xwe de raporan amade dike û pêşkeşî desteya rêveberiyê dike.
Endamên desteya şêwirmendiyê ji endamên lijneya Mutewelî û ji kesên pispor ên ne endamên weqfê tên hilbijartin.
Desteya şêwirmendiyê, li ser daxwaza desteya rêveberiyê li ser mijarên pêwîst di çarçoveya armanc û kar û barên weqfê de lêkolînan dike, raporan amade dike û pêşekeşê desteya rêveberiyê dike.
MAFÊ HÛZÛRÊ:
Xal: 29
Ji bo yên karmendên saziyên fermî mafê hûzûrê tune ye. Ji bo yên din jî dan û nedanê, heke bê dayin dê çiqas bê dayîn lijneya Mutewelî diyar dike.
TAHSÎS Û XERCKIRINA HATINYÊN WEQFÊ:
Xal: 30
Ji hatinyên weqfê hêrî kêm ji 2/3 yê wê dê ji bo pêkanîna armancên weqfê bê tasîskirin û bê xerckirin.
Copyright © (1999-2024) | Göç ve İnsani Yardım Vakfı
